Li Xezeyê bi guleyên artêşa Îsraîlê 9 kes hatine kuştin

Li Xezeyê bi guleyên artêşa Îsraîlê 9 kes hatin kuştin û ji ber birçîbûnê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li bajarê Deyr El-Belah ê navenda Xezeyê, di encama wergerandina kamyoneke alîkariyê de 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên nexweşxaneya li Xezeyê diyar kirin ku îro sibehê, bi guleyên artêşa Îsraîlê 9 kes hatine kuştin.

Her wiha duh bi şevê, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de ku kampa penaberan a Nuseyratê hedef girtibû, cenazeyên 5 kuştiyan di bin xirbeyan de hatin dîtin. Ji wan qurbaniyan yek jin û 2 zarok in.

 

Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 8 kasan jiyana xwe ji dest dan

 

Her diçe rewşa mirovî li Xezayê xerabtir dibe.

Li gorî nexweşxaneyên Xezeyê 8 kesên din ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

 

Ji ber wergerandina kamyoneke alîkariyê 20 kes hatin kuştin

 

Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên Filîstînî şeva sêşemê, di encama wergerandina kamyonekê de ku alîkariya xwarinê dibir bajarê Deyr El-Belah ê navenda Xezeyê,  herî kêm 20 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ragihandin ku qeza dema ku komek niştecihên bajêr hewl didan bigihîjin kamyoneke alîkariyê çêbû.

 

"Li Xezeyê birçîbûn bûye kujerê nû"

 

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filîstînî (UNRWA), Philippe Lazzarini diyar kir ku li Xezeyê birçîbûn bûye kujerê nû.

Philippe Lazzarini tekez kir ku divê alîkarî bê astengî bigihêje herêmê.

 

Wê sibê civîna Kabîneya Ewlehiyê were lidarxistin

 

Li aliyekî din jî, Netanyahu diyar dike ku ew ê oparasyonên xwe berfireh bikin û tevahiya Xezayê dagir bikin. 

Duh di civîna ewlehiyê ya sê demjimêran ajotî de, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû tevî nerazîbûna artêşê jî, israr kir ku tevahiya Xezeyê dagir bike.

Kabîneya Ewlehiyê jî wê sibê, li ser vê mijarê bicive û biryara dawî bide.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24