Şerê Amerîka û Îranê aloziya li Rojhilata Navîn girantir kir

Şerê di navbera Amerîka û Îranê de, krîza li Rojhilata Navîn girantir dike. Sûriye û Urdunê ji Îraqê re gotin ku her êrîşek ji xaka Îraqê li dijî xaka wan, dê bêbersiv nemînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojhilata Navîn, niha tevliheviyek heye. Amerîka û Îran li hev nakin û her êrîşî hev dikin.

Bi teybetî welatên ku çekdarên girêdayî Îranê lê hebin, wekî Libnan, Îraq û Yemenê, şer heye.

Îranê û komên xwe jî di bersivdayîna êrîşên Amerîka de, êrîşî Başûrê Kurdistanê, Urdun, Erebistana Siûdî û Bendavê dikin.

Li ser vê, Sûriyê û Uudunê şevê din, peyam ji Îraqê re şandin.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku wê tevgereke leşkerî a komên çekdar ên Şî'e li ser sînorê xwe yê bi Îraqê re şopandin.

Sûriye: Her êrîşek ji Îraqê li dijî xaka me dê bêbersiv nemîne

Li ser vê rageşiyê, kenala Hedes ku agahiyên xwe ji çavkaniyên teybet yên Îraqî wergirtiye, ev agahî dan:

“Her êrîşek ji Îraqê li dijî xaka me were kirin, wê bêbersiv nemîne.”

Sûriyê ew tevgera komên Şî'e ya ku şopandiye, bi Îraqê re parve kir.

Sûriyê ji Îraqê xwest ku van koman kontrol bike, da ku şer pêk neyê.

Urdun: Her êrîşek ji Îraqê li dijî me dê were bersivandin

Ne tenê Sûriye, Urdunê jî heman bersiv da Îraqê.

Berpirsekî payebilind ê Urdunê ji Kenala CNN'ê ya Amerîkî re behsa mijarê kir.

Berpirsê Urdunî ragihand ku welatê wî agahî daye Îraqê ku eger komên çekdar ên Şî'e êrîşî wan bike, ew ê bêdeng nemînin.

Berpirsê Urdunê tekez kir ku Urdun dê bersivê bide her êrîşa ku ji axa Îraqê li dijî xaka wan pêk were.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye