Îro Cejna Çileyê Havînê ya Êzidiyan e

Îro cejna Çileyê Havînê ya Êzidiyan e. Piştî çil rojî ji rojîgirtinê, Êzidî li perestgeha Laleşê ya li ser sînorê Şêxanê bi merasîman vê cejnê pîroz dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di vê roja germ a meha tebaxê de, gava tîrêjên rojê di lûtkeya tîna xwe de ne, di nav perestgeha Laleşê de li Başûrê Kurdistanê, çandeke hezar salan bi zindî dimîne.

Civaka  Êzidî li Laleşa Nûranî ku sembola xweragirî, pakbûn û lêborînê ye cejina "Çileyê Havînê li girên ku yek ji pîroztirîn û dêrîntirîn rîtûelên xwe yên ayînî pêktînin.

Cejna Çileyê Havînê yek ji wan cejnan e ku di roja dawiya çileyî de dibe cejn û jê re dibêjin Cejna Çileyê Havînê.

Îxtiyarê Mergehê û civata wî, derwêş, zanayên ayînî û her Êzidiyekî divê van çil rojan bi rojî bin.

Li êvara rojiya yekê serdana perestgeha Laleşê dikin û hinek axê ji çilexaneyê digel xwe hildigirin.

Êzidî 40 rojan rojî digrin

Rojiyên Çileyê Havînê ji 24’ê Hezîranê dest pê dike û heta 2’yê tebaxê didome. Di navera van dîrokan de rojê tê girtin û ew kesên van rojan rojiyê digirin dibin çilegir.

Her kesê rojiyên Çilê Havînê bigirn. Divê rojiyên çileyê zivistanê ji bigirn.

Zanayên ayînî bi cilên spî ve li hewşa perestgehê dirûnin .

Çilê Havînê, ne tenê cejnek e, belku geşteka arifaneya kûr e.

Êzidî di Cejna Çileyê Havînê de merasîmên curbecur li dar dixin

Merasimên Cejna Çilê Havînê bi vê şêwazê bi rê ve diçin:

Êzidî serdana perestgeha pîroziya Laleşê dikin, gerreke di ser Pira Selatê re derbas dibin û diçin ser hewda Kaniya Spî û dest û çavên xwe pak dikin.

Her Êzidiyekî biçe Laleşa Nûranî divêt Kaniya Spî, Deriyê Qapiyê, Zemzemê, Sindoqa Şêxadî, Berê Şibakê, Nîşangeha Şêx Fexr Îxtiyarê Mergehê, mezarfehên Şêşims û şêx û pîrên xwe û li mezar û nîşangehên xasan ziyaret bikin.

Li hemû êvaran sema tête kêşan, çirayên aqd û nîşangehên xasan tên vêxistin û hêvî û duayan dikin.

Her wiha li hemû rojan sibeyka piştî beyta sibê û êvara berî beyta êvarî merasîm tên gêrandin û her kes xwe û kesûkarên xwe bi ava Zemzemê sela dikin.

Kesên ne morkirî bi ava Kaniya Spî tên morkirin. Hemû êvaran qewl, beyt û qesîde tên rêzkirin û def û şebabê lê didin.

Êzidiyên ku 40 rojan rojî digrin dibin çilegir

Govenda Derê Kaniyê tête gêran, serderiyên xasan simatê çêdikin, li roja dawiyê ji cejnê Tawûs tête ciwankirin û li gundan her malek serberekê serjêdikin bi vê helkeftê.

Di Cejna Çilê Havînê de Laleş dibe qibleya hezarên bawermendên Êzidî ku ji navxwe û xerîbiyê tên ji bo beşdarbûnê di merasîma "Sema" da.

Ev cejn peyameka nûr a mirovahiyê ye, nîşandana hêza rojî ya mirov e di beramberî zehmetiyên xwezayê de.

Di demekê de ku cîhan bi destê rûbirûbûnê dinale, nizarên çandî yên Laleşê tenê yek tiştî dixwazin: seqamgîrî ji bo hemûyan û parastina axa wan ji birînên rabirdûyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye