Di 26'ê hezîrana borî de, komek çekdarin nenas bi cilên leşkerî yên Hêzên Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi ser mala welatiyekî Kurd de girt.
Çekdaran hemû endamên malbatê xistin odeyeke malê û derî li wan girt.
Çekdaran ji wan re got, heger hûn bi Kurdî biaxivin, hûnê werin kuştin.
Piştre bi qundaxên çekan li wan dan û çavên wan girê dan.
Paşê çekdaran 70 serî pezê vê malbata Kurd dizîn.
Duh jî li gundekî Kobanê yê di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de dizan bi cilên leşkerî 3 hezar dolar, hemû telefonên malê û hezar û 600 serî pezê welatiyekî Kurd dizîn.