Entegrekirina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi Hikûmeta Sûriyê re bûye rojev.
Diplomata kurd Îlham Ehmed ji rojnameya Tirkî Yeni Yaşam re, geşedanên dawî nirxand.
Îlham Ehmed behsa peymana 29'ê çileyê kir û wiha got:
"Berî her tiştî, peymana 29'ê çileyê bingehek girîng ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Sûriyê ava kir.
Piştî gavên hatine avêtin û sepandinên pratîkî li ser erdê,
di civîna dawî ya bi Şamê re de, hat ragihandin ku entegrasyon temam bûye,
Hêzên QSD'ê êdî bi fermî beşek ji artêşê ne û ew êdî wekî hêzek serbixwe li herêmê cih nagirin.
Ev gaveke girîng bû ji bo derbasbûna bo qonaxeke siyasî."
Îlham Ehmed: Gelê me dixwaze zimanê hînkirinê bi tevahî Kurdî be
Îlham Ehmed li ser biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyê ya sînordarkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi sê saetan wiha axivî:
"Hêviya me ew bû ku zimanê Kurdî zimanê perwerdeyê be.
Bi fermana wezaretê re, zimanê Kurdî ne wekî zimanekî fermî yê dewletê, lê wekî zimanekî neteweyî hat naskirin.
Gelê me li dijî biryarê derdikeve; ew dibêjin ku ew ne layiq e ku zimanê xwe bi vî rengî fêr bibin.
Ew dixwazin ku zimanê perwerde û hînkirinê bi tevahî Kurdî be."
Îlham Ehmed: Divê aştî di bin siya destûrê de were bidestxistin
Li ser pirsa ku gelê Kurd dibêje ku wan hemû destkeftiyên xwe yên 11 salan hemû winda kir, Îlham wiha bersivand:
"Em îdîa nakin ku me hemû mafên xwe bi dest xistine.
Ne jî em dikarin bibêjin ku me her tişt winda kiriye.
Divê em rastiya ku gelê me di aştiyê de û bê pevçûn dijî wekî destkeftiyek mezin ji her tiştî zêdetir bibînin.
Divê aştî di bin siya destûrê de were bidestxistin.
Ger aştî ji hêla destûrê ve neyê garantîkirin, ew ê mayînde nebe."
Îlham Ehmed: Zimanê gelê Kurd û çandan wan sûriyê xurt dike
Diplomata kurd Îlham Ehmed behsa mafê kurdan li Sûriyê kir û wiha got:
Heya niha Kurd ji dewletê hatine dûrxistin û her tim ji derveyî civaka Sûriyê dihatin dîtin.
Hatiye qebûlkirin ku Kurd hene, nasnameya wan heye, çanda wan cuda ye, zimanê wan cuda ye, taybetmendiyeke wê heye, heta civakbûna wan cuda ye.
Bertekek heye ku Kurdan careke din ji vê astê paş de vegerînin.
Divê qanûn qebûl bike ku civaka Sûriyê bi hemû rengên xwe Kurd, Turkmen, Ermen, bi hemû rengên xwe di mijara hemwelatiyê de wekhev bin, hemû xwedî maf bin, ji bo ku ev nerîna kêm meyizandin li hemû pêkhateyan ji holê rabe.
Îlham Ehemd: Tifaqa Kurdan pir girîng e
Îlham Ehemd di berdewamiya axaftina xwe dîs qala yekîtiya Kurdan kir û ev got:
"Tifaqa Kurdan li gorî taybetmendiyên bêhempa yên her perçeyekî girîng e.
Yekîtiya neteweyî ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest bixin û xwe biparêzin pir girîng e."