Vîetnam ji ber kêmbûna dabînkirina sotemeniyê tedbîran pêşdixe

Ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, buhayê sotemeniyê bilind dibe. Wezareta Bazirganiyê ya Vîetnamê, îro, ji şîrketên herêmî xwestiye ku karmendên xwe teşwîq bikin ku ji malê bixebitin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nav qutbûnên dabînkirina sotemeniyê û bilindbûna nirxê wê ji ber şerê li Îranê, Wezareta Bazirganiyê ya Vîetnamê ji şîrketên herêmî xwestiye ku karmendên xwe teşwîq bikin ku ji malê bixebitin.

 

Li gorî Reutersê, Vîetnam di nav welatên ku ji destpêka pevçûna Amerîka-Îsraîlê ya bi Îranê re herî zêde bi kêmbûna sotemeniyê re bandor bûye ye. Ji ber ku pir girêdayî îtxalata enerjiya ji Rojhilata Navîn e.

 

Wezareta Bazirganiyê ya Vîetnamê got ku divê şirket "bi qasî ku pêkan be xebata ji malê teşwîq bikin da ku hewcedariya rêwîtî û veguhastinê kêm bikin".

 

 

“Divê şîrket sotemeniyê kom nekin”

 

 

Her wiha Wezaretê, di daxuyaniya xwe de ji şîrket û kesan xwest ku sotemeniyê kom nekin.

 

Agahiyên ji Petrolimax, mezintirîn şîrketa bazirganiya sotemeniyê ya Vîetnamê, nîşan didin ku bihayên benzînê ji %32 û yê mazotê ji %56 li welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê zêde bûne.

 

Duh, li benzînxaneyan rêzên dirêj ên otomobîl û motorsîkletan hatin dîtin.

 

Serokwezîr Pham Minh Minh, duh ji bo dabînkirina petrola xam bi hevpîşeyên xwe yên li Kuweyt, Qeter û Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî re axivî.

 

Di heman demê de, Vîetnam, duh biryar da ku bacên gumrikê yên li ser îtxalkirina sotemeniyê rake, ev biryar dê heta dawiya Nîsanê di meriyetê de bimîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye