Di Oprosyona ku li Bexdayê de pêk hat 47 kes hatine girtin

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê li herêma Kesk û herêmên derdora wê yên li navenda Bexdayê, li dijî gendeliyê operasyoneke berfireh pêk anîn. Di encama vê operasyonê de 47 parlamenter û berpirsên Îrqê bi sûcê gendeliyê hatine girtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji bo girtina hejmareke zêde ya kesên ku destê wan di gendeliyê de heye operasyoneke berfireh li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Enbar, Nînewa û çend deverên din, dan destpêkirin.

Hat ragihandin ku hinek ji wan berpirsên payebilind reviyane.

Ji ber vê yekê hemû dergehên Herêma Kesk ku di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de ye, hatin girtin.

Ajansa Nûçeyan a Îraqê diyar kir ku ev girtin û binçavkirin piştî mikurhatinên alîkarê berê yê Wezareta petrolê ji bo Karûbarên Parvekirinê, Ednan Cumeylî, pêk hatine.

Dadgeha Îraqê jî ragihand ku di çarçoveya bicihanîna van biryaran de, heta niha dest danîne ser zêdeyî 98 milyar dînar û 11 milyon dolarî, tibabeke zêde ya zêr, milk û xaniyên ku girêdayî vê torê ne.

Di heman çarçoveya oparasyonê de 47 parlamenter û berpirsên Îraqê bi sûcê gendeliyê hatine girtin.

Li aliyê din Desteya Destpakiyê ya Îraqê dest bi karê yasayî kiriye û navê hinek kesên bi sûcê gendeliyê hatine girtin jî hatin eşkerekirin.

Fermana girtina gelek kesên payebilind hatiye dan

Li gorî zanyariyên ku ji medyaya Îraqê daye di lîsteya girtinan de navên naskirî yên qada siyasî hene ku hinek ji wan evin:

Lîsteya kesên ku biryara girtina wan heye:

- Musenna Samarayî: Serokê Hevpeymaniya Ezm (rêveberên ofîsê û parêzvanên wî jî hatine girtin)

- Ferîq Ebdulkerîm Wecîr: Sekreterê taybet ê berê yê Mihemed Şiya Sûdanî

- Ebas Sûdanî: Birayê serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî

- Aliye Nuseyf: Parlamentera Fraksiyona Geşepêdan û Avadaniyê

- Behadîn Nûrî Mebrûk: Parlamenterê Fraksiyona Geşepêdan û Avadaniyê

- Hesen Xefacî: Parlamenterê berê yê Parlamentoya Îraqê

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye