Hêzên Şamê li Helebê di nav hewildanên provakasyonan de ne

Hêzên girêdayî Şamê li taxên Helebê di nav hewildanên provakasyonan de ne. Li dora Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê tevgereke ewlehiyê ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên ewlehiya giştî ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, li nêzî klûba El Celaa ya li dora Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bendeke axê li ser rêya ku digihê Taxa Suryan ava kir.

Dema tevgera hêzên ewlehiyê dron jî li asîmanê her du taxan digeriyan.

Şêniyên her du taxan ev tevger weke xirabûna lihevkirina bi wan û hikumetê re girtin dest û gotin:

“Ev tevger derveyî lihevkirina nîsanê ye û wê bihêle ku di navbera hikumet û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de alozî çêbibe.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24