Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan îro di konferansekê de li ser polîtîkayên diravî û bankeyî, behsa dan û standinên bi Amerîkayê re kir.
Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku, welatê wî li ser daxwaza Amerîkayê peymanek îmze kiriye ku dê çekên nukleerî bi dest nexe.
Her wiha Pezeşkiyan tekez kir ku ev pêngav helwesta domdar a Îranê li ser vê mijarê nîşan dide.
Serokê Îranê zelal kir ku Îran di ti qonaxê de li pey bidestxistina çekên nukleerî nebûye.
Her wiha wî tekez kir ku helwesta welatê wî der barê redkirina hebûna çekên nukleerî de zelal e.
''Em ê ti carî dev ji mafê dewlemendkirina Uranyûmê bernedin''
Lê belê, piştî ku Serokê Îranê tekez kir ku welatê wî dê qet çekên nukleerî bi dest nexe, wî behsa mijara dewlemendkirina Uranyûmê kir û got ku mafê Îranê heye ku Uranyûmê dewlemend bike û wiha anî ziman:
"Tiştê ku diyar e ev e, ku em ê ti carî dev ji mafê dewlemendkirina Uranyûmê bernedin û aliyê din jî dê neçar bimîne ku wê bipejirîne.
Berê, wan digot ku divê hûn mûşekên xwe bidin aliyekî.
Lê îro wan mafê miletê Îranê pejirandiye."
Xameneyî: Tevlêkirina mijara nukleerî di hevdîtinan de neqanûnî ye
Têkildarî mijara çekên nukleerî, Reca News ku dezgeheke medyayî ya nêzîkî tevgerên muhafezekar e, ragihand ku, rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî li dijî tevlîkirina mijara nukleerî di dan û standinan de ye û wî ev dan û standinan wekî neqanûnî bi nav kir.