"Supayê Pasdaran ê Îranê bi Hizbulahê re operasyonan li dijî Îsraîlê pêk tînin"

Serokwezîrê Libnanê Nevaf Selam îdia kir ku çalakiyên Hizbulahê yên ku li Libnanê rasterast ji aliyê Supayê Pasdaran ê Îranê ve tên kontrolkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Televîzyona Al Arabiya îro bi Serokwezîrê Libnanê Nevaf Selam re hevpeyvîn pêk anî.

 

Nevaf Selman di hevpeyvînê de got ku efserên Supayê Pasdarên Îranê operasyonên Hizbullahê yên li Libnanê li dijî Îsraîlê pêk tên, bi rê ve dibe û dixwazin hikûmeta Libnanê li dijî Îsraîlê bikişînin nava şer.

 

Selam ji ber avêtina roketan a Îsraîlê û bi vî awayî kişandina Libnanê ya nav şer, Hizbullah rexne kir.

 

Serokwezîrê Libnanê wiha got: “Hatiye ragihandin ku ev şer tolhildana kuştina Xameneyî ye.

 

Ev tê wê wateyê ku ev şer li ser me hatiye ferzkirin û hildana tola Xamaney ne karê Libnanê ye.”

 

Nevaf Selam eşkere kir ku di 20 rojên berê de, li dijî baregeheke Brîtanî ya li başûrê Qibrisê bi dronên çekdar êrîş pêk hatin.

 

Selam destnîşan kir ku ev êrîş ji aliyê Supay Pasdarên Îranê yên li Libnanê ve pêk hatiye.

 

Selam diyar kir ku Supay Pasdarên Îranê li Libnanê amade ne û operasyonên leşkerî bi rê ve dibin.

 

Li gor hevpeyvîna Selam van kesan bi pasaportên sexte û bi awayekî ne qanûnî ketine nava Libnanê.

 

Nevaf Selam îlana Supay Pasdarên ku tê de hatibû gotin ku ew (Supay Pasdarên) li dijî Îsraîlê bi Hizbullahê re operasyonên hevpar dimeşînin, wekî delîl jî rola wan a birêvebirina şerê li Libnanê ya li dijî Îsraîlê bi nav kiribûn.

 

Serokwezîrê Libnanê di hevpeyvînê de bi bîr xist ku hikûmeta Libnanê vê mehê biryar dabû ku hemû çalakiyên Supay Pasdarên li Libnanê qedexe bike û ji Hizbullahê xwestibû ku çekên xwe radestî dewletê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye