Li Şamê girseyeke mezin bi daxwaza başkirina rewşa debarê li Qada Yûsif Ezeme xwepêşandan li dar xist.
Li ser banga tevlêbûna xwepêşandana "Zagon û Rûmetê", şêniyan li Qada Yûsif Ezeme ya Şama paytexta Sûriyê Şamê xwepêşandanek li dar xist.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) dîmenên xwepêşandanê parve kirin.
Alîgirên hikûmetê êrîşî xwepêşanderan kirin
Di dîmenan de diyar dibe ku alîgirên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hewl dan êrîşî Xwepêşandêran bikin û xwepêşandanê asteng bikin.
Alîgirên Hikûmetê êrîşî xwepêşandêrekê kir û telefona wê avêt, da ku nehêlin dîmenên xwepêşandanê bikişînin.
Kesên ku xwepêşandan bi rêxistin kirine, diyar dikin ku armanca xwepêşandanê ew e ku balê bikişînin ser pirsgirêkên civakî û aborîyê yên heyî .
da ku rewşa debarê baş bibe û serdestiya qanûnê xurt bibe.
SOHR'ê da zanîn ku komek ji alîgirên Hikûmeta Veguhêz ketin nava xwepêşandêran, siloganên nijadperestî û gotinên ne baş kirin, nehiştin kes dîmenan bikişîne.
Di encama êrîşê de heta niha 9 kes birîndar bûne.
Li gorî SOHR'ê, dema bûyer qewmiye, endamên hêzên Hikûmetê li wir bûn û ti tedbîr ji bo parastina xwepêşandêran negirtin.
Her wiha rojnamevan Mirlla Ebû Şeneb dema xwepêşandan dişopand, alîgirên Hikûmeta Veguhêz êrîşî wê kirin.
Telefona wê avêtin erdê da ku nehêlin dîmenên xwepêşandanê bi zindî bikişîne.