Hengaw: Ji destpêka 2025`an ve 100 welatiyên kurd li îranê hatine darvekirin

Li Îranê kuştin, girtin û darvekirin zêde dibe, bi taybetî jî herî zêde li ser kesên muxalif û Kurdan pêk tê. Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw eşkere kir ku ji destpêka sala 2025`an ve 100 welatiyên Kurd li Îranê ji alî Komara Isamî ve hatine darvekirin.

reset font size increase font size

Piştî şerê 12 rojan yê di navbera Îran û Îsraîlê de zext û binpêkirênê mafê mirovan zêdetir bûye ku Îran bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê û parstina dewleta xwe giritin û kuştinê ji xwe re maf dibîne.

Di derbarê vê mijarê de rêxistina mafê mirvan a Hengawê ragihand ku Îran ji dest pêka 2025`an ve herî kêm 100 welatiyên Kurd bi dar ve kirine.

Hengaw diyar kir ku di nav wan 100 kesên ku hatine darvekirin çar girtinyên siyasî jî hebûn.
 
Ji şerê 13’ê hezîranê ve 85 kes hatine darvekirin

Li gorî rêxistinê, di navbera destpêka şerê di 13ê hezîranê de û mehek piştî agirbesta 24ê hezîranê, “herî kêm 85 girtî li girtîgehên cuda” yên Îranê hatine bidarvekirin.

Rêxstinê da zanîn ku ev binpêkirin bi dizî ve tê kirin û ev siyaseta Têhranê ya wekî “siyaseta mirin û cudakariyê” bi nav kir û got, ''ev beşek ji projeyeke berfirehtir a zordariya sîstematîk a li dijî gelê Kurd e û divê demildest were sekinandin.”

Hengw eşker kir ku ji destpêka şerê Îsraîl û Îranê heta mehekê piştî agrbestê 500 ji wan Kurd herî kêm hezar û 800 kes bi idîaya sîxortiya Îsraîlê hatine girtin.

Her wiha rêxstinê got ku di meha borî de ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve “herî kêm 30 çalakvanên siyasî, di nav de 18 welatiyên Kurd, bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin ” û cezayên wan bi giştî 272 sal û 9 meh in.

Li aliyekî din jî, Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN) got ku Piştî şer, li seranserê Îranê ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ya Îranê û dezgeha îstixbarata Supaya Pasdaran ve "zêdetirî 330 çalakvanên Kurd û welatiyên din" hatine girtin.

Îran bi hinceta sûcên girêdayî Îsraîl û Amerîkayê guhertinên yasayê yên sîxuriyê pesend kir.

Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê Xulamhuseyîn Mohsenî Ejeyî jî piştî vê biryarê ferman da ku dozên sîxuriyê yên girêdayî Îsraîlê bi lez bên meşandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24