Li ser daxwaza Rûsyayê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî îro bi mijara şerê li Rojhilata Navîn civînên girtî Ii dar dixe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a TASS a Rûsyayê, berdevkê nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Yevgeny Uspensky ragihand:
“Federasyona Rûsyayê ji ber êrîşên berdewam ên li ser binesaziya sivîl a li Îranê, saziyên perwerde û tenduristiyê, daxwaza civînên girtî li Konseya Ewlehiyê kir.”
Ev daxwaz di demekê de hatiye kirin ku parçebûnek di navbera endamên konseyê de der barê şer de çêbûye.
Hin endamên konseyê banga agirbestê û vegera li maseya diyalogan dikin, hin jî Îsraîl û DYA'yê mafdar dibînin ku bersiva Îranê bidin.
Têkildarî rewşa meydanî, şerê di navbera Îran û Îsraîlê de dewam dike; her du bi mûşek û dronan êrîşî hev dikin.
Şer herêmên din ên wekî Kendavê jî girtiye nava xwe.
Li aliyekî din Tengava Hurmuzê hîna girtî ye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars a Îranê; zêdetirî 350 tankerên petrol û gazê li Kendava Umanê sekinîne û li benda derbasbûnê ne.