Donald Trump, dubare kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê uranyuma dewlemendkirî ya Îranê wekî beşek ji rêkeftinekê ji bo bidawîanîna şer vegerîne.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqer Qalîbaf jî, bersiveke tûj da û got:
"Serokê Amerîkayê di saetekê de heft îdîa kirin ku her heft ji wan jî derew in."
Wezareta Derve ya Îranê jî got ku uranyuma dewlemendkirî ya welêt "naçe ti derê".
Trump, tekez kir ku dorpêça deryayî ya benderên Îranê dê heta ku rêkeftinek çêbibe berdewam bike û Qalîbaf dibêje ku ger dorpêç berdewam bike, tengav vekirî namîne.