Ehmed Şera: Îsraîl Peymana 1974'an bin pê dike

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, ragihand ku dibe hikûmeta wî bi Îsraîlê re derbarê Colanê de bikeve danûstandinan. Her wiha Şera, destnîşan kir ku naskirina mafê Îsraîlê li ser Colanê ji aliyê her welatekî ve, ne derbasdar e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, li Foruma Dîplomatîk a Antalyayê li Tirkiyê derbarê têkiliyên wan û Îsraîlê li ser herêma Colanê de, axivî.

Şera, diyar kir ku dibe ew bi Îsraîlê re ji bo herêma Colanê danûstandinan bikin, eger her du alî lihevkirineke ewlehiyê bi dest bixin wê hêzên Îsraîlê ji deverên ku piştî hilweşandina rejîma Baasˊê ketinê, derkevin.

Ehmed Şera di rûniştineke diyalogê li Foruma Dîplomatîk a Antalyayê li Tirkiyê de got:

"Îsraîl peymana vekişînê ya 1974'an bin pê dike.

Îro em ji bo gihîştina peymaneke ewlehiyê dixebitin ku Îsraîlê ji nav axa Sûriyê ku piştî hilweşîna rejîma Baasê dagir kiribûn, derkeve

Her wiha danîna qaîdeyên nû yan peymana vekişînê vedigerînin an jî peymaneke nû îmze dikin ku ewlehiya her du aliyan garantî bibe."

Şera: Naskirina mafê Îsraîlê li ser Golanê ne derbasdar e

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, got ku eger peymanek çêbibe, dibe ku ew beşdarî danûstandinên demdirêj bibin da ku pirsgirêka Colana dagirkirî çareser bikin û wiha lê zêde kir:

"Naskirina mafê Îsraîlê li ser Colana dagirkirî ya Sûriyê ji aliyê her welatekî ve, ne derbasdar e."

Îsraîlê, di şerê sala 1967'an de hin beşên bilindahiyên Colanê kontrol kirin û di sala 1981'an de ew bi temamî îlhaq kirin, lê ji bilî DYA`yê, civaka navneteweyî ev yek nas nekir.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê di Kanûna 2024'an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên esîmanî li ser navendên leşkerî yên Sûriyê kirin.  

Her wiha hêzên xwe li herêmeke tampon a di bin çavdêriya NY de ye ku hêzên Îsraîlî û Sûrî li Colanê ji hev vediqetîne, bi cih kirin.

NY, ev yek wekî binpêkirina peymana vekişînê bi nav kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye