Bi 30 dron û mûşekan êrîşî Hewlêrê hat kirin

Duh li Hewlêrê dengê tegînan hat bihîstin û vê carê kafeteryayeke li kolana Îskan bû armanca dronê. Her wiha Desteya Heşdî Şeibî, ragihand ku di êrîşa duh a li ser baregeha wan 3 çekdarên wan hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, her ku diçe gurtir dibe.

 

Ev şer zirarên mezin dide Îraq û Başûrê Kurdistanê.

 

Her roj li gelek herêman êrîşên bi dron û mûşekan çêdibin.

 

Asmanê Hewlêrê, careke din bû hedefa dronên komên çekdar ên ku berpirsên Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê navê "komên derveyî qanûnê" li wan dikin.

 

Di demjimêr 12:00`ê şeva borî de dronekê banê kafeteryayekê li kolana Îskanê qul kir û li nav kafeteryayê ket.

 

Zirarên madî çêbûn, lê ji ber ku dron neteqiya, hemû kesên ku wê demê li kafeteryayê bûn bi silametî jê derketin.

 

Xwediyê kafeteryayê, bangî hikûmeta Îraqê û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir ku wan koman kontrol bikin û êdî bes be.

 

Li gorî agahiyan, tenê şeva borî nêzîkî 30 dron û mûşek avêtine Hewlêrê.

 

 

3 çekdarên Heşda Şeibî li Teleferê hatin kuştin

 

 

Her wiha Desteya Heşda Şeibî ragihand ku di êrîşa duh a li ser baregeha lîwaya 53`an a hêzên Heşdê ya li Teleferê ya girêdayî Mûsilê, 3 çekdarên wan hatin kuştin.

 

Yek ji çekdarên ku hatin kuştin, fermandarê fewca "Mexawîr" a lîwayê Yasîn Mihemed Sadiq bi nasnav Ebû Taha Turkmenî bû.

 

Li gorî heman agahiyan, şeva borî jî baregeha fewca 4`an a bi ser lîwaya 14`an a li Nînewayê hate bombebarankirin, lê ti ziyanên canî çênebûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye