Sûriyê êrîşa Îsraîlê li ser baregeha Ebû El Zihûr şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê êrîş û bombebarakirina Îsraîl ya li ser baregeha Ebû El Zihûr a li Idlibê şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê destnîşan kir ku ev bombebarankirin li ser ewlehiya Sûriyê û aramiya herêmê xeterî ye. Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê û Iraqê Thomas Barak metirsiya Whashington ji bombebarana Îsraîl a baregeha Ebû El Zihûr anî ziman û got: `Ev bombebaran ne Lazim bû.`

Kenala El Ixbariyê ya Sûriyê li ser agahiyên çavkaniyeke leşkerî got roja sêşemê hêzên Îsraîlê 8 caran baregeha leşkerî ya bakur û rojavayê Sûriyê bombebaran kiriye. Çavkaniyên leşkerî û sivîl ên nêzî baregehê bûn gotin birîndar û kuştî nînin.

Reuters got baregeha Ebû El Zihûr nêzî 70 km ji sînorê Tirkiyê dûr e û ji sala 2013`an ve weke balafirgeheke leşkerî ji xizmetê derketiye. Di raporeke çavkaniyeke leşkerî hat gotin ku dawiya 2024`an piştî sîstema Baas hilweşiya ji bo perwerdekirina leşkerên artêşa Sûriyê hatiye bikaranîn.

Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got êrîşên Sûriyê ji 8`ê kanûna 2024`an li ser Sûriyê didome û dibe di encama van êrîşan de ne aramî li herêmê çêbe.

Her wiha wezaretê Îsraîl berpirsyar nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşa Îsraîl li ser baregeha Ebû El Zihûr şermezar bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye