Li Amedê Navenda Jiyana Bêgluten hate vekirin

Şaredariya Peyasê li Taxa Firatê ya girêdayê navçeya Peyas a Amedê ji bo kesên nikarin xurekên biglûten bixwin, bi merasîmekê Navenda Jiyanê ya Bêgluten vekir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarên Peyasê, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar anî ziman ku ev nêzikî 6 meh in ew li ser vê projeyê dixebitin û got:

"Çolyak nexweşiyek e, li Amedê 10 heya12 hezar mirov derdê vê nexweşiyê dikişînin.

Rol û mîsyona me jî ew e ku em ji bo pêdiviyên welatiyan projeyan çêkin."

Piştî axaftinan kurdeleyê Navenda Jiyanê ya Bêgluten hatin birîn û xwarinên bêgluten yên hatine amadekirin hatin peşkeşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye