Tûrnûvaya Finalesima 2026'an hate betalkirin

Yekîtiya Federasyonên Futbolê yên Ewropayê (UEFA), bi fermî ragihand ku maça Kûpaya "Finalesima 2026" a di navbera taximên Neteweyî yên Arjantîn û Spanyayê de ji ber şert û mercên Rojhilata Navîn hatiye betalkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nîqaşên li ser Finalesima 2026 ji ber şerê li herêmê me demek berdewam dikir. Yekîtiya Federasyonên Futbolê yên Ewropayê (UEFA)  bi daxuyaniyekî re destnîşan kir ku ji ber şerê li herêmê Finalesima hatiye betalkirikn. 

 

Hatibû plankirin ku Finalesima li Qeter di 27'ê Adarê de di navbera şampiyonê Amerîkaya Başûr Arjantîn û şampiyonê Ewropayê Spanyayê de were lîstin.

 

UEFA yê daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî nîqaşên dirêj ên di navbera UEFA û organîzatorên li Qatarê de, li ber çavgirtina rewşa siyasî ya niha ya herêmê, hat ragihandin ku fînala Finalesima ya di navbera Şampiyonê Ewropa 2024 Spanya û Şampiyonê Copa America 2024'an Arjantîn dê di 27'ê Adarê de li Qatarê pêk neyê."

 

 

UEFA`yê spasiya xwe ya ji komîte û rayedarên li Qterê kir

 

 

Ev ji bo UEFA û organîzatoran bu kêmaniyek mezin.

 

Ji ber ku şert û dem nehişt ku her du taxim ji bo vê xelata prestîj li Qatarê pêşbaziyê bikin.

 

Qeter welatek e ku gelek caran îsbat kir ku kapasîteya xwe ya mêvandariya bûyerên Navneteweyî yên asta cîhanî di tesîsên nûjen de dike.

 

UEFA yê spasiya xwe ya ji komîteya amadekar û rayedarên peywendîdar ên li Qeterê kir.

 

 

Finalesima sala 2026'an ji ber pevçûnên li Rojhilata Navîn hate betal kirin

 

 

Bi vî awayî, Kûpaya Finalesima ya sala 2026'an ji bo bûyer û pevçûnên li Rojhilata Navîn hate betal kirin.

 

Niha te plankirin ku Kûpaya Finalesima wekî beşek ji "Festîvala Futbolê ya Qatarê" were lidarxistin.

 

Di heman demê de maçên amadekariyê yên sereke di navbera taximê Neteweyî yên Misir û Erebistana Siûdî de jî hebin.

 

Ji ber heman sedemê, Konfederasyona Futbolê ya Asyayê biryar dabû ku maçên tûrnûvayên kulûbên li herêma Rojava paşve bixe.

 

Bi heman awayî, ji ber rewşa Rojhilata Navîn, pêşbirkên nîvfînala Lîga Şampiyonên Kendavê û pêşbirkên Grand Prix ên Behreyn û Erebistana Siûdî di Şampiyoniya Cîhanê ya Formula 1 de jî hatibûn paşxistin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye