Li Îranê 21 hezar kes hatin girtin

Li Îranê ji ber şerê 12 rojan, 21 hezar kes hatine girtin û hezar bendên nû yên kontrolê ji aliyê Polîsên Îranê ve, li ser rêyan hatine danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Ewlehiyê yê Îranê Ismaîl Xetîb, eşkere kir ku di şerê Îsraîlê yê li ser Îranê ku di 13`ê hezîranê de dest pê kiribû û di 24ê heman mehê de bi dawî hatibû, nêzî 7 milyon report ji welatiyan gihiştibûn ber destê hêzên wan.

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Polîsên Îranê Seîd Muntezer El-Mehdî ragihand ku di şerê 12 rojan de, 21 hezar kes ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin, her wiha 2 hezar û 774 welatiyên biyanî hatine girtin ku bi awayekî neqanûnî derbasî nav Îranê bibûn.

El-Mehdî ev yek jî anî ziman ku ji destpêka salê û heya niha ve, 102 hezar leşkerên Artêşê û 40 hezar endamên Polîsan li ser rêyan û navçeyên cuda ên Îranê hatine bicihkirin û zêdetirî hezar bendên kontrolê yên nû li ser rêyan hatine danîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24