Qonaxa duyem a li dijî gendelan li Îraqê dê dest pê bike

Biryar e di demeke nêzîk de qonaxa duyem a li dijî gendelan li Îraqê dest pê bike. Serokatiya Parlamentoya Îraqê jî dibêje ku bi hevrêziya bi dadweriyê re, dixwaze parêzbendiya parlamenterî ya hejmarek parlamenteran rake ku hêzên ewlehiyê dixwazin wan bigirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hikûmeta Îraqê pêngava xwe ya li dijî gendeliyê didomîne, berpirsyaran digire, wan dibe dadgehê û qonaxa duyem a pêngavê dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

Encumena Dadwerî ya Îraqê dibêje ku pêngava li dijî gendeliyê dê berdewam bike.

Her wiha got ku tevahî tibaba pereyên ku hita niha hatine desteserkirin, gihîştiye 127 milyar dînar û 24 milyon dolarî.

Duh êvarê jî, serokwezîr Elî Zeydî û serokê Konseya Bilind a Dadweriyê Fayiq Zeydan civiyan.

Civîn ji bo wê yekê bû ku piştgiriya xwe ji bo gavên hikûmetê û dadweriyê yên di şerê li dijî gendeliyê û rawestandina dizîna milkê giştî de ji nû ve destnîşan bikin.

Pereyên desteserkirî gihîştine 127 milyar dînar û 24 milyon dolarî

Ji aliyekî din ve, desteya Îstixbarata Îraqê dibêje:

Heke pêngavên mê yên li dijî karbidestên gendel, vegerandina pereyên dizî û girtina gumanbarên ku reviyane derveyî welêt, bi hevrêziya Polîsên Navdewletî yên Interpolê, berdewam dikin.

Her wiha got ku encamên baş bi dest xistine û gavên wan ên di pêşeroja nêzîk de dê ji bo gel xweş û ecêb bin. 

Îstixbarata Îraqê: kampanyayên mê yên li dijî gendeliyê berdewam in

Encumena Wezîrên Îraqê di civîna xwe ya dawî de, pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya pêngavê ya li dijî gendeliyê tekez kir.

Anîna tawanbaran ji bo dadgehê û cezakirina wan jî ji nû ve tekez kir.

Serokwezîr soz da ku her kesê ku diziyê dike, ceza bike û yê ku gendeliyê eşkere bike, ew ê wî bi awayekî darayî xelat bikin.

Ya ku eşkere ye, ew e ku navnîşana bi dehan berpirsên ku bi gendeliyê tên tawanbarkirin heye û hejmarek ji wan di qonaxa yekem de hatine girtin.

Encumena Wezîrên Îraqê dazanîn ku qonaxa duyem a kampanyaya li dijî gendelan di demeke nêzîk de dê were destpêkirin. 

Serokatiya parlamentoyê jî dixwaze parêzbendiya parlamenterî ya hejmarek parlamenteran ku hêzên ewlehiyê dixwazin wan bigirin, rake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye