'Hemas' ragihand ku wan şêwrên xwe bi hêzên Filistînê re, derbarê pêşniyara dawî ya ku ji bo rawestandina şer li Xezayê hatiye pêşkêşkirin, bi dawî kir.
Bi daxuyaniyeke nivîskî piştrast kir ku bersiveke "Erênî" daye navbeynkaran.
Rayedarekî Hamasê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reutersê re daxuyakirin ku wan bersiva pêşniyara agirbestê pêşkêşî navbeynkaran kirine, ew jî Qeter û Misir in'.
Hikûmeta Îsraîlê bersiva Hemasê ya derbarê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesta 60 rojî wergirt. Dê îro ji bo nirxandina bersiva Hemasê civînek berfireh li dar bixe.
Roja duşemê jî Netanyahu serdana Waşingtonê dike û bi Trump re rewşa Xeza û Îranê gotubêj dike.