Di 3ê Tîrmehê de, Diogo Jota û brayê xwe bi hev re diçûn Îspanyayê. Li ser riya Şaredariya Cernadilla ya Eyaleta Zamora, tekerên erebeya wan teqiya û ji rê derket. Di ecamê de erebe şewitî, Diogo Jota û brayê wî Andrê Sîlva jiyana xwe ji dest dan.
Diogo Jota bi klûba Paços de Ferreîra re dest bi karê futbolê kir. Diogo Jota di klubên Atlético Madrîd, Porto, Wolverhampton, Wanderers û Lîverpool re lîst.
Jota tîma netewî ya Portugal di astên cuda yên temenî de temsîl kir. Bi tîmên U19, U21 û U23yên Portugal re lîst. Di 2019an de, bi tîma neteweyî ya payebilind re lîst û di sala 2019 û 2025an de bi Lîga Neteweyên Yekbûyî ya UEFAyê bi tîma neteweyî re hate xelatkirin