Maça di navbera taxima Amedspor û Serikspor, li stadyoma Diyarbakirê hate lîstin.
Maç, di nîvê yekem de bi heyecan hat lîstin, lê di encamê de ti gol nehatin avêtin.
Lê nîvê duyem, Amedspor asta xwe xurtir kir û di xuleka 68'an de ji hêla lîstikvan Felix Avena Gian gola yekem hat avêtin.
Tevî hewildanên taxima dijber lê di encamê de maç bi encama 1-0 bi serkeftina Amedspor qediya.
Bi vê serkeftinê, Amedspor bi 58 puanan di rêza 3'emîn de ye di heman demê de Serikspor bi 29 puanan di rêza 18'emîn de ma.
Erzurumspor bi 8 golan Manisa BBSK têk bir
Li aliyekî din jî maça di navbera taxima Erzurumspor û Manisa BBSK li stadyoma Kazim Karabekîr hate lîstin.
Taxima BB Erzurumspor avantajek ecêb pêşkêş kir ku 8 gol li hember golekî tomar kirin.
Bi vê serkeftinê Erzurumspor bi 63 puanan cihê xwe wek taxima yekem di rêzê de xurt kir.
Di heman demê de, Manisa BBSK bi 40 puanan di rêza 10'an de ma.
Her wiha sê maçên din jî duh hatin lîstin ew jî wiha ne :
3 maçên din jî hatin lîstin û encam wiha ne:
Sivas spor - Keci oren gucu : 0 – 1
Bandirma spor - İstanbul spor: 1 - 0
Çorum - Hatay spor : 3 - 1