Li Şamê parlementerek hat revandin û kesek hat qetilkirin

Li gundewarê Şamê komeke çekdarên rûgirtî bijîşkekî Durzî revandin û kesekî din qetil kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Dêrelî yê başûrê Şamê çekdarên rûgirtî bijîşk û parlamenterê rejîma berê Hemze Şahîn ê Durzî, ji pêşiya klînîka wî ya li nêzî mala wî revandin.

Çekdarên nenas welatiyekî şîî qetil kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li navçeya Xizlaniyê ya herêma Xûta Şerqiye ya gundewarê Şamê, ji aliyê 2 çekdarên nenas ve welatiyekî Şîî, ku bavê 3 zarokan e, hat qetilkirin.

Li deriyê Debûsiyê teqîn; 4 karker birîndar bûn

Li deriyê sînorî yê Debûsiyê yê di navbera Sûriyê û Libnanê de, teqînek çêbû, di encamê de 4 karkerên li derî dixebitîn, birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye