Piştî demeke dirêj ku rojeva avakirina perlamantoya Îraqê hatibû rawestandin.
Îro bernameya civîna parlamentoyê hat diyarkirin.
Lê dîsa hilbijartina serokomariya Îraqê neketiye rojeva parlamentoyê.
Parlamentoya Îraqê bernameya civîna xwe ya vê hefteyê eşkere kir, wê roja duşemê li hev bicivin.
Li gorî rojevê, wê tenê deng li ser endamên desteya herdemî ya parlamentoyê bê dayîn.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku 220 îmze hatine komkirin ku ji bo rûniştineke taybet bê kirin ku tê de Serokomarê Îraqê bê destnîşankirin.