Îlham Ehmed bi şandeya Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî re civiya

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li bajarê Qamişloyê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî Dr. Mihemed Îhsan û şandeya pê re re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hemû mijarên di derbarê civînê hatin nîqaşkirin li ser pêşdeçûnên navneteweyî û herêmî, jî rewşa Sûriyê, rêbazên hevkariya hevbeş û vekirina asoyê nû ji bo xebatê nîqaş kirin.

Her du aliyan li ser pêşketinên navneteweyî û herêmî, her weha rêbazên pêşxistina hevkariya hevbeş nîqaş kirin.

Şande ji Azad Îbrahîm Mihyedîn û Seîd Nisret Xorşîd pêk hat.

Di civînê de nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Qahîreyê Leyla Mûsa û berpirsê dosyaya “terorê” ya Daîreya Têkiliyên derve Xalid Îbrahîm amade bûn.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên li ser qadên navneteweyî û herêmî hatin nîqaşkirin. Di nîqaşê de girîngî ji bo rewşa Sûriyê hat dayîn, li kêleka wê jî asoyên hevkariya siberojê di navbera her du aliyan de di tevahî warên rêxistin girîngiyê didiyê hatin nîqşakirin.

Her wiha sekreterê giştî yê rêxistinê Dr. Mihemed Îhsan derbarê armancên rêxistinê û rola wê di geşkirina têkiliyên hevkariyê ya navbera gelan de ya di tevahî waran de hatin şîrovekirin. Sekreter diyarî û pirtûkên ji berhema xwe dan Îlham Ehmed.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye