Li Siweydayê 2 Durziyên welatiyên Amerîka û Fransayê hatin kuştin

SOHRê ragihand li Siweydayê di encama şerê dawî de, herî kêm hezar û 300 kes hatin kuştin û 2 hezar kesên din jî birîndar bûn. Li gorî NY 145 hezar kes jî koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor heman çavkaniyê  di encamê rûdanên li Siweydayê di nav hezar û 300 kesên hatine kuştin de jimareke kesên biyanî jî hene

Lê heta niha tenê kuştina 2 kesan hatiye ragihandin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê kuştina welatiyê Sûriye-Amerîkayê Husam Serayeyê 35 salî piştrast kir û got:

``Husam di vîdyoyekê de, li gel çekdarên ku cilên leşkerî li xwe kirine hatiye gulebarankirin.``

Amerîka piştgirî ji malbata Husam Serayeyê re pêşkêş kir, lê hûrguliyên zêde eşkere nekir. 

Welatiyê Sûriyeyî yê Fransî jî navê wî Fîras Ebû Latef e, ew bernamevanê komputerê û profesorê zanîngehê li Fransayê bû. 

Di dema serdana Siweydayê de hat kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24