Wezareta Karên Navxweyî dest bi amadekariyên ji bo pêkanîna qanûnê kir

Li Tirkiyê piştî pejirandina "Qanûna Çarçoveyî", sibe Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi bi rêveberên 81 bajaran re civîneke lezgîn li dar dixe. Ev civîn ji bo diyarkirina nexşereya pêkanîna qanûnê û gavên entegrasoyanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê gavên nû ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyî têne avêtin. 

Qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî ya Meclisê de bi 468 dengan hate pejirandin.

Piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyî Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî bang li Walî, Fermandarên Cendermeyan û Midûrên Emniyetê yên 81 bajaran kir ku civîna bi lezgîn li dar bixînin.

Li gorî agahiyên hatine dayîn, civîn dê sibê di saet 15.00'an de bi rêya vîdeo-konferansê pêk were.

Di civînê de dê mijarên girêdayî qanûnê, awayê pêkanîna wê, entegrasyon û gavên ku divê di pêvajoya de pêk werin dê were nirxandin.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî dê tev li vê civînê bibe.

Beşdarbûna rêveberên herêmî û berpirsên ewlehiyê yên 81 bajaran tê nîşandan ku pêkanîna qanûna nû dê di asta herêmî de jî bi rêk û pêk bê şopandin.

Mustafa Çiftçi di daxuyaniya xwe ya derbarê civînê de got ku divê hemû kes di vê pêvajoyê de li gorî berpirsiyariya xwe tev bigerin.

Civîna bi rêveberên 81 bajaran re tê hêvîkirin ku diyar dike ka biryarên ku di Meclisê de hatine girtin dê di pratîkê de çawa bên pêkanîn û saziyên herêmî dê di vê pêvajoyê de çi rolê bilîzin.?

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye