Di nava şerê li herêmê de, rêya bazirganiyê ya cîhanî bi tevahî hat girtin.
Li gorî ajansa Reutersê, duh tenê tankereke petrolê di Tengava Hurmizê re derbas bûye.
Ev jî rêjeya herî nizm a zêdetirî du mehan e.
Her wiha agahiyên ji şîrketa îstîxbarata deryayî Kplerê jî, nîşan didin ku di 23’ê Tîrmehê de tenê tankerek petrolê di Tengavê re derbas bûye.
NY: 6 hezar deryavan li ser 500 keştiyan li Hurmizê asê mane
Di nava rawesatndina tevgera li Tengava Hurmizê de, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzîkî 6 hezar deryavan li Tengavê asê mane û wiha hate eşkere kir:
“Tevger li Tengava Hurmizê hema bêje bi tevahî rawestiyaye.
6 hezar deryavan li ser 500 keştiyan asê mane."
Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku xerca derbasbûna ewle li gorî qanûna navneteweyî neqanûnî ye û bihayên bilind ên enerjiyê nirxê bazirganiya cîhanî zêde dikin.
Bihayê petrola brent 101 dolar derbas kir
Vê yekê bi xwe re bilinbûneke berbiçav di nirxê pertrolê de jî çêkir.
Bihayê petrolê li bazarên cîhanî ji 100 dolarî zêdetir bilind bû û bermîla petrola Brent roja înê sibehê li bazarên Asyayê gihîşt 101 dolarî.
Îran hewl dide bi rêya Hûsiyan tengava Bab Mendebê bigire
Li aliyekî din Îran hewl dide bi rêya komên Hûsiyan tevgera li Tengava Bab Mendebê jî asteng bike.
Ajansa Reutersê belav kir ku 4 çavkaniyana ji wê re eşkere kiriye ku Îranê vê mehê fermandarên Supayê Pasdaran, şêwirmendên leşkerî û alavên mûşek û dronan şandin Yemenê.
Li gorî heman çavkaniyê, Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê û analîstên ewlehiyê yên herêmî gotin ku Îranê di 13’ê Tîrmehê de endam û alavên leşkerî yên Supaya Pasdarên bi balafirekê ji Tehranê ber bi Yemenê ve veguhestine.
Her wiha Ajansê nîşanî bi wê yekê kir ku ev gav nîşan dide ku Tehran dixwaze şiyana hevalbendên xwe yên Hûsî li Yemenê ji bo gefxwarina li trafîka deryayî ya li Deryaya Sor xurt bike.
Tengava Bab Mendebê girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye.
Ew Deryaya Sor bi Kendava Adenê û dûre jî bi Okyanûsa Hindî ve girê dide û girêdaneke girîng di herikîna bazirganî û enerjiyê de di navbera Asya, Ewropa û Afrîkayê de çêdike.