Ji 28`ê Sibatê ve şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê didome.
Îran baregeh û Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bi mûşek û dronan dike armanc.
Amerîka û Îsraîl Heşdî Şebiyê bi van êrîşan tawanbar dikin û navendên Heşdî Şebiyê yên li Îraqê bombebaran dikin.
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li baregeha Desteya Heşdî Şebî li gel Falih Feyaz û berpirsên din ên desteyê civiyan.
Mihemed Şiya Sûdanî di civînê de diyar kir ku Heşdî Şebî hêzeke bingehîn e ku di bin siya destûr û qanûnê de dixebite û got:
"Dê Hikûmet li hemberî tu êrîşa li ser Heşdî Şebî yan hêzên din ên çekdar bêdeng nemîne."
Serokwezîrê Îraqê ji hêzên ewlehiyê xwest ku parastina navendên dîplomatîk û saziyên giring bikin û ew rê nedin Îraq bikeve nav şerê herêmê.
Sûdanî bangî NATO`yê kir: Nebe aliyekî şerê li dijî Îranê
Li aliyekî din, Serokwezîrê Îraqê bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re axivî.
Sûdanî daxwaz ji Mark Rutte kir ku welatên NATO`yê nebin beşek ji şerê Amerîka- Îsraîlê û Îranê.
Sûdanî piştgiriya Îraqê ya ji ji bo hewlên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer nîşan da û got:
"Pêwîst e, ji bo çareserkirina pirsgirêkan zimanê diyalogê were bikaranîn, ne ku serî li rêkarên serbazî were dayîn."
Serokwezîrê Îraqê her wiha ragihand ku ew rê nadin ax yan asmanê Îraqê ji bo êrîşkirina ser welatên din were bikaranîn.
Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir ku parastina balyozxane û nûnertiyên dîplomatîk erka wan a destûrî ye û hêzên wan ji bo vê yekê amade ne.