303 zarokan di pênc mehan de jiyana xwe ji dest daye

Navenda Mafên Zarokan a FÎSA'yê ragihand ku li Tirkiyê di 5 mehan de zêdeyî 300 zarokan jiyana xwe ji dest daye. Dîsa Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) ragihand ku li Sûdanê di 6 mehan de 330 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Mafên Zarokan a FÎSA'yê ku saziyeke li Tirkiyê ye, der barê mafên zarokan de raporek weşand.

Li gorî rapora Navenda Mafên Zarokan a FÎSA'yê, di mehên çile-gulana 2026’an de, herî kêm 303 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Daneyên ji medyaya herêmî û neteweyî û her wiha çavkaniyên mafên mirovan ku hatine berhevkirin, dibêjin ku piraniya van mirinan ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin û ji ber xemsarî çêbûne.

Di lêkolînê de, ku 69 parêzgehan vedihewîne, hejmara herî zêde ya mirina zarokan li bajarê Bakûrê Kurdistan Rihayê bi 18 bûyeran hatiye tomar kirin. 

Piştî Riha yê li bajarê  Antalyayê bi 16 mirinan, û Meraş û Stenbolê bi 14 mirinan hatine tomarkirin.

Raport destnîşan dike ku herî kêm 46 zarokan ji ber xemsariya saziyên giştî jiyana xwe ji dest dane.

Raport balê dikişîne ser mirinên ku di dema xizmetên şaredariyê, çalakiyên perwerdehiyê, xizmetên lênêrînê û xizmetên rêveberiyên herêmî de çêdibin, û dibêje ku herî kêm 257 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha, rapor destnîşan dike ku 26 zarok bi xwekuştinê, 8 zarok di bûyerên bi çekên agir de mirine û 14 zarokan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.

Ji Fîsa'yê banga parastina zarokan

Li gorî raporê, di nav pênc mehan de herî kêm 39 zarokan li deverên vekirî jiyana xwe ji dest dane.

Ji van, 31 zarok di bendav, çem û kanalên avdanê yên aîdî Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) de xeniqîn e. Di nav 11 zarokên ku di qezayên navmalî de mirine de, heşt ji pace an balkonên vekirî ketine xwarê. 

Hejmara zarokên ku di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane wekî 21 hatiye tomar kirin.

Ji van zarokan, 11 di çandinî û ajalan de, sê di înşaetê de û yek jî di sektora pîşesaziyê de dixebitin.

Hat destnîşankirin ku herî kêm du zarok di bernameya MESEM'ê de bûn, di heman demê de şeş zarokên penaber di dema ku wekî karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitin jiyana xwe ji dest dane.  

FÎSA bang kir ku pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku tundûtûjiyê gur dikin werin çareser kirin û mekanîzmayên parastina zarokan werin xurt kirin da ku mafê jiyanê yê zarokan were parastin.

Li Sûdanê di 6 mehan de 330 zarokan jiyana xwe ji dest daye

Her wiha UNICEF’ê ragihand ku li Sûdanê jî di 6 mehên destpêkê yên îsal de bi kêmanî 330 zarok jiyana xwe ji dest dan. 

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) ragihand di encamê şerê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de di 6 mehên destpêkê yên îsal (2026) de herî kêm 330 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. 

Nûnerê UNICEF‘ê yê li Sûdanê Sheldon Yett bi daxuyaniyekê got: “Zarok di hundirê malan de, li ser rêyan, li sûkan, dema hewl dida xwe bigihînin xizmetên bingehîn wekî perwerde û navendên tenduristiyê, tên kuştin an jî birîndar dibin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye