Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Şamê kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihîşt Şamê. Qesra Elysée daxuyand ku serdan bi armanca ku piştgiriya xwe ji bo "Sûriyeke azad û piralî ku rêzê li hemû pêkhateyên wê digire" hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qesra Elysée ve hatiye dayîn, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Sûriyê Şamê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dema gihîştin paytexta Sûriyê ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî Qesra Elîzeyê, Emmanuel Macron dixwaze di serdana xwe ya ku sê rojan wê berdewam bike van tiştan pêk bîne:

Daxwaza Sûriyeke azad û pir alî ku rêzê li hemû pêkhateyên xwe bigire. Ji bo kêmkirina aloziyan li Rojhilata Navîn wê roleke girîng bilîze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye