Merasîma cenazeyê Elî Xamineyî di roja çaran de didome

Merasîma cenazeyê Elî Xamineyî îro derbasî roja xwe ya çaran bû. Roja çaran a merasîman li kolanên Tehranê hat lidarxistin û hejmarek ji alîgirên hikûmeta Îranê, berpirsên Îranî û komên çekdar ên girêdayî Îranê beşdar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Merasîma Cenazeyê Elî Xamineyî di roja xwe ya çaran de didome.

Piştî ku merasîma nimêja cenazeyê Elî Xamineyî roja yekşemê li Mizgefta Xumeynî li Tehranê bi dawî bû.

Merasîma cenazeyê roja duşemê, 6'ê tîrmehê, li kolanên Tehranê dest pê kir.

Merasîma cenazeyê saet 6'ê sibehê dest pê kir û di navbera 10 û 12 demjimêran de dom kir.

Darbesta Xamineyî ya ku bi ala Îranê hatiye pêçandin, bi kamyonekê ligel darbestên endamên malbata wî yên kuştî hat hilgirtin.

Karwan di kolanên Tehranê re derbas bû û di rêya xwe de ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Mehrabadê ve çû.

Termê wî ji bo merasîmeke din a cenazeyê dê ji bo parêzgeha Qumê were veguhastin.

Rayedarên Îranî roja yekşem û duşemê wekî betlaneyên giştî ragihandine.

Di 8'ê tîrmehê de dê li başûrê Îraqê merasîmek ji cenazeyê Xamineyî re were lidarxistin.

Di 9'ê tîrmehê de li bajarê Meşhedê ku lê ji dayik bûye, termê wî dê were veşartin.

Hêzên Hizbulaha Îraqê jî beşdarî merasîmê bûn

Ajansa nûçeyan a Tesnîmê wêneyên kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê Elî Xamineyî bûne weşand.

Di dîmenan de hat dîtin ku serokê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedî Nijad û Sekreterê Encumena Parêzvanan Ehmed Cenetî beşdarî merasîma cenazeyê Xamineyî bûne.

Alîgirên hikûmeta Îranê û kesên şîndar peykerek ku wekî teşeyê Trump hatiye sazkirin di merasîmê de daliqandin.

Her wiha li aliyekî din, dîmenê beşdarbûna hêzên Hizbulaha Îraqê di cenazeyê de hat belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye