Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê derbdasî roja xwe ya 10`mîn bû

Îran jî di heman demê de, êrîşên xwe li ser baragehên Amerîkî û deverên Îsraîlê bi mûşekan berdewam dike. Her wiha Fransayê jî, da xuya kirin ku ew ji bo rawestandina şerê li herêmê bi Serokê Amerîka û Serokê Îranê re, ketiye têkiliyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl- Dewelên yekbûyî yên Amrîkayê û Îranê de, bi êrîşên berdewam ji her du aliyan ve, derbasî roja 10`mîn bû.

 

Îro, Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pêlek nû ji êrîşên asmanî li ser binesaziya Dewleta Îranê li gelek deveran pêk aniye.

 

Li gorî daxuyaniya artêşê eşkere kir ku hêza hewayî kargehek ji bo çêkirina motorên rokêtan û çend cihên avêtina mûşekên balîstîk ên dûravêj hedef girtine.

 

 

"Îsraîlê çar berpirsên payebilind ên Hêza Qudsê li Libinanê hedef girtiye"

 

Raporeke medyaya Îsraîlê eşkere kir ku duh êvarê çar berpirsên payebilind ên Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) di êrîşeke li ser otêlekê de li Beyrûtê hatine kuştin.

 

Li gorî raporê Serokê Şaxa Darayî Mecîd Huseyînî, Serokê Şaxa Îstîxbaratê Elî Bey-Azer, Serokê Beşa Karûbarên Îsraîlê Huseyîn Ehmedlû û Serokê beşa îstîxbaratê li sektora Filistînê Ehmed el-Resoulî di êrîşa li otêla Lubnanê de, hatine kuştin.

 

Di derbarê vê yekê de tu daxuyanyên fermî ji aliyê Îranê ve heya niha nehatine dayîn.

 

 

Yedioth Ahronoth: Heta ku rêjîma Îranê hilneweşe wê êrîşên li ser Îranê berdewam bikin

 

Ajansa Îsraîlî Yedioth Ahronoth jî, da zanîn ku Serfermandarên Îsraîlê gotiye ku divê şer heta ku rejîma Îranê were hilweşandin berdewam bike.

 

Li gorê agahiyan karbidestekî Îsraîlî da xuya kirin ku Îsraîl herî kêm amdehiya xwe ji bo şerekî mehekê li dijî Îranê kiriye.

 

 

Tasnim: Mûşek ji Îran û Libnanê ber bi deverên Îsraîlê ve hatine avêtin

 

Roja 9`an a şer ji aliyê Îranê ve, bi ragihandina Meclîsa Pisporên Îranê ya hilbijartina Mucteba Xameneyî wekî Rêberê Bilind ê nû yê Îranê, ku dê cihê bavê xwe bigire, bi dawî bû.

 

Îro jî, Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnim jî ragihand ku mûşek di heman demê de ji Îran û Lubnanê ber bi deverên Îsraîlê ve hatine avêtin.

 

Li gorî agahiyan li baregeheke Brîtanî li Qibrisê jî, dengê sîrenan bilind bûbû.

 

Al Jezira da zanîn ku roketeke komî li Bat Yamê, li başûrê Tel Avîvê ket û di encamê wê de birîndarî çêbûn.

 

Rojnameya Îsraîlî Maariv ragihand ku di encama êrîşên Îranê, li navenda Îsraîlê de du kes hatine kuştin.

 

Her wiha Artêşa Îranê wendahiyên ku di êrîşa Amerîkayê ya li ser keştiyeke şer hefteya borî li peravên Srî Lankayê de eşkere kir û got ku herî kêm 104 kes hatine kuştin û 32 kesên din jî birîndar bûne.

 

Di heman demê de, Ajansa Çalakvanên mafên Mirovan ya Îranê HRANA`yê eşkere kir ku duh, heta dawiya rojê hejmara kuştiyên di roja 8`an de, gihitştiye 83 kesan di nav de leşker jî hene.

 

Hejmara kuştiyên Amerîkî di şerê Îranê de gihişte 8 leşkeran

 

Artêşa Amerîkayê kuştina 2 leşkerên din jî eşkere kir, bi vî awayî hejmara giştî ya kuştiyên leşkerên Amerîkî di şerê li dijî Îranê de gihişte 8 leşkeran.

 

 

Trump: Eger rawestandineke şer hebe wê bi biriyareke hevbeş di navbera Amerîka û Îsraîlê de pêk were

 

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku eger ew şer li ser Îranê rawestînin jî, wê di rêya biryareke hevbeş di navbera Amerîka û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re were dayîn.

 

 

Emmanuel Macron ji bo rawestandina şerê li herêmê bi Pezeşkiyan û Trump re axivî

 

 

Di hemdema şerê di navbera her dû aliyan de, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya serdana xwe ya Qibrisê, bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump û hem jî yê Îranî Mesûd Pezeshkian re axivî.

 

Di postek li ser platforma X'ê de Emmanuel Macron got ku wî ji Pezeşkiyan re, daye zanîn ku pêwîst e Îran tevahiya êrîşên xwe yên li dijî welatên herêmê rawestîne.

 

Macron hûrgiliyên axaftina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re eşkere nekir.

 

Macron, yekem berpirsê rojavayî ku ji destpêka şer ve bi Pezeshkian re axivî ye.

 

Roja Înê Serokê Îranê Mesûd Pezeşkian îşaret pê kiribû ku hin welatan dest bi "hewldanên navbeynkariyê ji bo bidawîanîna şer" kirine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye