Centcom: 3 tankerên petrolê yên Îranê hatin têkbirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê de 92 keştiyên bazirganiyê berê xwe guhertin, 3 hatin bêbandorkirin û 2 jî hatine kontrolkirin. Serokê Parlementoya Îranê jî Mihemed Baqir Qelîbaf gefên xwe yên bersiveke tundtir li hember her êrîşeke Amerîkayê nû kir û denîşan kir ku êdî şer name wekî berê ye û `bingeha lîstikê guherîye".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran û Amerîka her dem gefan li hev dixwin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê li ser X‘ê ragihand ku hêzên wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê didomînin.

CENTCOM‘ê destnîşan kir ku heta niha 92 keştiyên bazirganiyê rêyên xwe guherandin her wiha 3 tankerên petrolê yên Supaya Pasdarên Îranê têk birin û 2 jî hatine kontrolkirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku balafireke şer a F-35A ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê tevgerên xwe li ser avên herêmî didomîne.

Mihemed Baqir Qelîbaf: Amerîkî niha bêçare ne 

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qelîbaf roja Yekşemê li ser hisabê xwe ya Telegramê peyamek da.

Mihemed Baqir Qelîbaf got ku divê Amerîka berî ku pir dereng bibe nas bike ku qaîdeyên lîstikê guherîne.

Her wiha Qelîbaf ji Amerîkayê re wiha got:

"Her êrîşek li ser berjewendî û ewlehiya Îranê, dê bi bersivek bileztir, girantir û êşdartir re rû bi rû bimîne.

Amerîkî bê guman fêm kirine ku êrîşên me di operasyonên dawî yên li dijî baregehên êrîşkar de tenê destpêk bûn.

Piştî êrîşên hêzên Îranî li dijî baregehên Amerîkî,  Amerîka niha bêçare ye."

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkê di hemû daxuyaniyên xwe de gefan li Îranê dixwe û dibêje nabe Îran bibe xwedî çekên Noklerî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye