Li bajarê Houstonê yê eyaleta Teksas a Amerîkayê, bi sedan kes li pêşiya avahiya Şaredariyê civiyan û bi dirûşma "na ji paşatiyê re", ev Amerîka ye” nerazîbûna xwe li hember siyaseta Donald Trump, nîşan dan.
Ev çalakî di çarçoveya tevgera “No King”de pêk hat.
Ev tevger li dijî tiştên ku beşdarên wê wekî komkirina desthilatê di destê Trump de û zêdebûna desthilatdariya hikûmetê dibînin, çalakiyan li dar dixe.
Ew dibêjin ku di Amerîkayê de desthilat divê li gorî qanûn û makezagona welêt bê bikaranîn, ne ku di destê yek kesî de kom bibe.
Beşdarên xwepêşandanê her wiha li dijî siyaseta Trump derbarê koçberan de nerazîbûn nîşan dan.
Hin ji wan rexne li xebatên hêzên ICE, ku berpirsiyarê pêkanîna qanûnên koçberiyê ne, girtin û bang li parastina mafên hemwelatiyan kirin.
Lê armanca sereke ya civîna 17ê Cotmehê teşwîqkirina gel bû ku di hilbijartinên navîn ên Kongreya Amerîkayê de dengê xwe zû bidin. Li gorî organîzatoran, dengdana zû dikare beşdarbûna gel zêde bike û alîkariya parastina mafê dengdanê bike.
Li gorî rojnameya Houston Chronicle, nêzîkî 400 kes li pêşiya Şaredariya Houstonê hatin cem hev.
Di vê çalakiyê de, beşdar ji bo hilbijartinên 3ê Mijdara 2026an bang li hemwelatiyan kirin ku dengê xwe bidin û di biryarên siyasî yên welêt de beşdar bibin.