Li gelek welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan

Li Ewropayê xwepêşandên li dijî sîstema perwerdeyê berfireh dibin. Destpêkê li Fransayê, niha jî li Belçîka, Albanya û Spanyayê xwepêşandan tên lidarxistin. Xwendekarên li Ewropayê êdî ji sîstema perwerdeyê, kêmbûna mamosteyan û bihabûna jiyanê nerazî ne û daketine kolanan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tiştê ku wekî nerazîbûneke biçûk dest pê kiribû îro li seranserê Ewropayê bûye nerazîbûneke mezin a civakî.

Bi sed hezaran ciwan û xwendekar ji ber xirabiya sîstema perwerdeyê, giranbûna lêçûnên jiyanê û birîna budceyan li kolanan in.

Tevî gaza rondikrêj, ava şîd û desteserkirina bi hezaran kes, nifşê nû yê Ewropayê naxwaze bi paş ve gav biavêje.

Xwendekaran li hemberî desthilatdaran serî hildane.

Pênc paytext di bin dûmana gaza rondikrêj de ne û polîs bi dar û ava şîd bersiva welatiyên nerazî didin.

Destpêka van xwepêşandanan jî li Fransayê bû.

Ev dîmen jî rewşa herî dawîn a Fransayê nîşan didin.

Xwendekar ji ber kêmbûna mamosteyan û xirabiya polan deriyê dibistanên xwe girtine û daketine kolanan.

Nêzîkî 450 hezar xwendekar û mamoste bi dirûşma ‘Pêşeroja me nedizin’ daketin kolanan.

Heta niha nêzîkî 10 hezar kes hatine desteserkirin û 400 dibistan hatine girtin.

Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê xwenîşandanên de peyamek belav kir û got :Di komara me de bi ti awayî cih ji tundiyê re nîne."

Macron destnîşan kir ku ew kesên êrîşî parêzgeh, kargeh û şaredariyan dikin dê werin darizandin û cezakirin.

Li Belçîkayê kirêya cihê xwendekaran zêde bû

Ev der jî Belçîka ye, li wê derê jî xwendekar xwepêşandanan li dar dixin.

Ev xwepêşandan jî piştî wê yekê dest pê kirin ku li bajarê Liegeyê heqê salane yê zanîngehan ji nişka ve derket 1200 Euroyî.

Her wiha kirêya cihê xwendekaran jî zêde bû

Vê yekê şokeke mezin çêkir û nerazîbûn dest pê bûn

Di navbera hêzên ewlehiyê û xwendekaran de jî alozî derket, 100 xwendekar hatin desteserkirin.

Albanya bû şahidê dîmenên herî tund ên nerazîbûnê

Hêrsa li dijî gendelî û hejariyê di 14`ê mehê de gihîştin Albanyayê jî.

Albanya bû şahidê dîmenên herî tund ên nerazîbûnê.

Xwendekaran avahiya Wezareta Perwerdeyê û ofîsa serokwezîr dan ber keviran.

Hêrsa wan ji wir tê ku hikûmet projeyên turîzmê yên bi milyaran euroyan ji bo biyaniyan pesend dike lê hevkariya darayî ji bo xwendekaran tune ye.

Li Spanyayê 20 roj in nerazîbûn berdewam in

Li Madrîda Spanyayê jî ev 20 roj in zêdetirî hezar û 200 kon dilê paytextê dagir kirine.

Ev yek piştî wê qewimî ku derxistina jineke temenmezin ji mala wê û mirina wê welat ber bi hilbijartinên pêşwext ve bir.

Lê xwenîşandanên xwendekaran ên li welatên din ên Ewropayê, bûn sedema yekgirtina xwendekarên Spanyayê jî.

Hêrsa li dijî têkçûna sektora perwerdeyê û giraniya kirêya xaniyan bû yek.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye