Şera karê Yûsif Qeblawî wekî Serokê Kompanyaya Petrolê rawestand

Li Sûriyê Mahir Xelîl Hesen weke Serokê Cîbicîkar ê Kompanyaya Sûrî ya Petrolê û Umer Helebî jî weke Şêwirmendê Aborî yê Serokatiya Sûriyê, hatin erkdarkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî mersûma hejmar 190 a sala 2026'an a Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera, dê Mahir Xelîl Hesen li şûna Yûsif Qeblawî kompanyaya sûrî ya petrolê bi rê ve bibe.

Her wiha mersûmeke din jî ya hejmar 191 derket, ku li gorî wê Umer Helebî bi erka Şêwirmendê Aborî yê Serokatiyê û Serokê Desteya Rêveber a Fona Dewlemendiya Neteweyî radibe.

Serokê Cîbicîkar ê Kompanyaya Sûrî ya Petrolê yê berê Yûsif Qeblawî ji ber krîza benzîna sexte, digel gumanên gendeliya darayî ya girêdayî hin girêbestên petrolê, ji erkê hat dûrxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye