Encûmenê piştî zêdebûna êrîşên li ser Siûdiyê, amadehiya xwe ji bo her cure piştgiriyekê anî ziman.
Armanca vê piştgiriyê parastina asayîş û aramiya Erebistana Siûdiyê ye.
Rewşa herêmê hatin nîqaşkirin
Ev biryar di wê civînê de hat dayîn ku bi serokatiya Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Qesra Îtihadiyê hat lidarxistin.
Armanca civînê gotûbêjkirina rewşa herêmê û wan aloziyên ku li herêmê hene.
Bi taybetî jî ew êrîşên ku li dijî Erebistana Siûdiyê tên kirin, bûn mijara nîqaşê.
"Asayîşa Siûdiyê beşeke asayîşa me ye"
Berdevkê Serokkomariya Misirê Mihemed Şenawî ragihand ku encûmenê tekezî li ser piştgiriya temamî ya ji bo Siûdiyê kiriye.
Şenawî diyar kir ku ev helwest ji pêwendiyên dîrokî yên her du welatan çavkaniyê digire û got:
"Asayîşa neteweyî ya Siûdiyê beşeke veneqetiyayî ya asayîşa neteweyî ya Misir û welatên Ereban e."
Encûmena Parastina Niştimanî ya Misirê biryar daye ku her cure piştgiriyeke pêwîst û guncaw bide Erebistana Siûdiyê.
Encûmenê da zanîn ev piştgirî dê ji bo parastina asayîş û aramiya welêt, parastina saman û selametiya axa wê û her wiha ji bo parastina cihên pîroz ên Îslamî be.