Di civînê de tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Bexda û Enqerê di hemû waran de hat kirin, Elî Zeydî cidîbûna Îraqê ji bo pêşxistina têkiliyan dubare kir.
Her wiha Zeydî tekezî li ser pêwîstiya peymanek berfireh li ser avê û pêkanîna pratîkî ya projeya rêya pêşkeftinê kir û bang li şîrketên Tirk kir ku werin Îraqê û veberhênanê bikin.
Di mijarên ewlehiyê de, Zeydî û Fîdan tekezî li ser avakirina odeyek operasyonên hevbeş kirine da ku çend pirsgirêkên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de çareser bikin.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina hevkariya hevbeş di navbera her du welatan de, bi taybetî projeya rêya pêşkeftinê nîşan da.