Depoyeke çekan a Heşda Şeibî li Bexdayê teqiya

Depoyeke çek û teqemeniyan li nav baregeheke Heşda Şeibî li Bexdayê teqiya û guman tê kirin ku ev teqîn di encama çalakiyeke leşkerî ya hewayî de hatibe kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî her zû fermanek awarte da.

Wezareta Karên Hundir a Îraqê jî li gor biryara Serokwezîr komîteyek lêpirsînê ya taybet ji bo lêkolîna sedemên bûyerê pêk anî.

Heşda Şabî jî encamên lêpirsîna destpêkê ya Wezareta Karên Hundir eşkere kir û got ku ew ji ber kêmasiyan çêbûye û ne encama bombebarana derve ye.

Li gel daxuyaniya fermî, hejmarek şahidên li nêzîk cihê bûyerê diyar kirin ku depo hatiye bombebarankirin, ev yek gumanan zêde dike ku bûyer çalakiyek leşkerî ya hewayî be.

Behsa wê yekê jî tê kirin ku di encamê de kesek hatiye kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye