Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku ev kes bi tohmetên di nav de têkiliyên bi welatên dijber re û têkbirina ewlehiya neteweyî, hatine binçavkirin.
Lê heta niha nasnameya van kesan, cihê ragirtina wan û rewşa wan a hiqûqî nehatiye eşkerekirin.
Çalakvanên mafên mirovan jî derbarê çarenûsa van girtiyan de fikaran nîşan didin, daxwaza serbestberdana wan dikin û dibêjin ev tomet ne rast in.
Her wiha didin xuyakirin ku nebûna agahiyên fermî û astengkirina têkiliya wan bi malbat û parêzeran re, rê li ber îşkenceyê û standina îtirafên bi darê zorê vedike.