Kamp ji bo malbatên Pêşmergeyên Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê hatiye amadekirin.
Yek ji dronan li xaleke çavdêriyê ya kampê xistiye, drona duyemîn jî li nav malan ketiye.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de tenê zirarên madî çêbûne û tu zirareke canî nehatiye ragihandin.
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê di 28'ê Sibatê de, zêdetrî hezar caran bi dron û mûşekan Başûrê Kurdistanê hatiye bombebarankirin.
Di encamê de nêzîkî 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetrî 148 kesên din jî birîndar bûn.