Li Stenbolê ji ber lehiyê heta niha 3 kes winda ne

Li Stenbolê , barana xurt bû sedema lehiyên mezin û zirarên giran. Li gorî agahiyên dawî, sê kes hîn jî winda ne û tîmên rizgarkirinê lêgerîna xwe ji bo dîtina wan didomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 14'ê Cotmeha 2026'an de, piştî barana xurt a ku li Stenbolê bariyabû, gelek rê, mal û dikan di bin avê de man.

Li gorî wezîrê jîngehê yê Tirkiyê, ev yek ji baranên herî giran ên 83 salên dawî bû.

Li gorî agahiyan piştî ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes hîn jî winda ne.

Tîmên rizgarkirinê di nav çem û derdora wê de, lêgerîna xwe didomînin.

Di heman demê de, lehî li herêma Agva ya navçeya Şîleyê jî rabû.

Çemê Yeşilçay ji qeraxên xwe derket û rê, zeviyên çandiniyê, mal û dikan di bin avê de hişt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye