Merasîma 32'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîd Musa Anter û yên Çapemeniya Azad, ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hate organîzekirin, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Bakirkoy bi beşdariya gelek rojnamevan, çalakvan û hunermendan hate lidarxistin.
Xelat di şeş şaxên cuda de ên weke; Nûçeya bi Tirkî, Nûçeya Vîdyoyî, Nûçeya bi Kurdî, Wêne, Karîkatur û Rojnamegeriya Jinê hatin belavkirin.
Di beşa Nûçeya bi Tirkî de xelata yekemîn ji bo xebata “Rêwîtiya Welatê Xerîbiyê” ji Bir+Bir Express’ê ji Adem Ozgur re hate dayîn.
Xelat ji aliyê parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk ve, ji ber ku Ozgur di sirgûnê de ye û nikaribû beşdar bibe, ji rojnamevan Omer Sonmez re hate pêşkêşkirin.
Raziye Ozturk jî di merasîmê de silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand û diyar kir ku pêvajo bi piştgiriya civakî dikare bi ser keve.
Xelata Taybet a Juriyê di vê şaxê de ji bo nûçeya “Jiyana wan tarî bû dema ku bavê zarokê ku bi wan re şer kiribû qeymeqam derket: Tiştên li qereqola Mezitlîyê qewimîn mirovan matmayî dihêle” ji HalkTv Cengiz Karagoz re hate dayîn.
Di beşa Nûçeya Vîdyoyî de xelat ji bo hevpeyvîna “Vatanda İşkence” ji Voys Media’yê ji Tunca Ogreten û Murat Baykara re, di beşa wêneyê de xelat ji bo xebata bi temaya “Koç” ji Zana Deniz re, di beşa Karîkaturê de ji bo xebata “Keder Değil” ji Nuri Dogan re hatin dayîn.
Di beşa Rojnamevaniya Jinê de Xelata Taybet a Juriyê ji bo nûçeya “Tevnek Bi Tevnek Têkoşîna Aştiyê” ji nûçegihana JİNNEWS’ê Elfazi Toral wergirt.
Di merasîmê de Xelata Rûmetê ji bo rojnamevan Cîhan Bilgin û Nazim Daştan ku di têkoşîna rastiyê de şehîd bûne hate diyarîkirin.
Xelat ji aliyê rojnamevanên Ender Onder û Huseyin Kalkan ve ji malbatên wan re hate pêşkêşkirin.
Şeva xelatan bi performansa hunermend Haluk Tolga û Koma Vejîn bi dawî bû.