Lionel Messi di 4 xulekan de du gol avêtin

Inter Miami di maçekê de ku Lionel Messi di çar deqeyan de du gol avêtin, Atlanta United bi 3-1 têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di MLS`ê de, tîma Inter Miami ya Lionel Messi serdana Atlanta United kir.

Maça ku li Stadyuma Mercedes Benz hat lîstin, bi serkeftina 3-1 ji bo tîma mêvan bi dawî bû.

Messi di lîstikê de serdest bû û du gol avêtin.

Stêrkê Arjantînî di deqeya 56 û 60'an de golek avêt.

Gola din a Miamiyê di deqeya 45an de ji Berterame hat avêtin, lê gola yekane ya Atlantayê ji hêla Picault ve di deqeya 89`an de hat avêtin.

Messi bi golên xwe di pêşbirka golkarên herî baş ên MLS`ê de pêşengiya xwe domand. 

Lîstikvanê Sterk bi 25 golan, li dû wî Petar Musa yê Dallasê bi 20 golan tê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye