Di Lîga Şampiyonên Jinan a UEFA'yê de Barcelonayê li hember Real Madrîdê serkeftinek mezin bi dest xist û derbasî nîvfînalê bû.
Maç ji destpêkê ve şahidî ji kelecaneke mezin kir ku taxima Barcelonayê 6 gol tomar kirin.
Golên ku taxima Barcelona tomar kirin bi vî awayî bûn di xuleka 8'an de Alexia Boteas skor vekir.
Piştre Caroline Graham Hansen di xulekên 15 û 55'an de, Irene Paredes jî di xuleka 27'an de, Eva Bayur di xuleka 34'an de û Esme Bruchts jî di xuleka 74'an de ji bo Barcelonayê gol avêtin.
Hêjayî gotinê ye ku maça yekem bi serkeftina Barcelonayê li hember Real Madrîdê bi 6-2 bi dawî bû.
Barcelona di nîvfînalê de dê bi Bayern Munich re rûbirû bimîne.
Lyonê Wolfsburg têk bir û gihişt nîvfînalê
Taxima Lyonê duh piştî ku di maça duyemîn a çaryekfînalê de piştî dema zêdekirinê Wolfsburg bi 4-0 têk bir, cihek ji bo nîvfînala Lîga Şampiyonên Jinan qezenc kir.
Gola destpêkê ji hêla lîstikvana taxima Lyonê Lili Johannes di xuleka 16'an de hat avêtin.
Di nîvê 2'emîn de taxima dijber gelek hewil da lê di encamê de ti gol ne hatin avêtin.
Lê taxima Lyonê di xulekên dema zêdekirî ji maçê 3 gol qezen kirin ew jî di xulekên 102'an de Melchi Domornay golek avêt.
Damaris Egurola jî di xuleka 105+2'an de û Tabitha Chawinga jî di xuleka 119'an de ji bo Lyonê gol avêtin.
Hêjayî gotinê ye ku Wolfsburg di maça yekem de li hember Lyonê bi 1-0 bi ser ket.
Piştî vê serkeftina mezin, Lyonê dê li dijî Arsenalê di nîvfînalê de bilîze.