Di gera 32an a Kûpaya Cîhanê de, Holanda û Mexribê hatin beranberî hev.
Nîvê yekem a maçê, ku li Stadyuma Monterreyê hate lîstin, bê gol bi dawî bû.
Di deqeya 72'an de, Gakpo gol avêt û tîma xwe xist pêş.
Di deqeya 90+1an de, Diop, gol avêt û encam wekhev kir.
Maç di dema asayî de 1-1 bi dawî bû.
Di dema zêde de gol nehatin avêtin, ji ber vê yekê penaltî hatin avêtin.
Mexrib, di penaltiyan de bi 3-2 sbi er ket û Hollanda ji turnûvayê derxist.
Welatê Afrîkaya Bakur dê di tûra 16'an de bi Kanadayê re rû bi rû bimîne.
Maç dê 4ê tîrmehê saet 20:00'de were lîstin.
Gakpo pîrozbahiya goleke bi hestiyar jiyan kir
Cody Gakpo, ku vê dawiyê mirina kurê xwe yê di zikê dayikê de ligel hevjîna xwe Noa van der Bij ragihand, piştî ku li dijî Mexribê golek avêt, nikarîbû hêsirên xwe bigire.
Tevî xemgîniya xwe ya mezin, futbolîstê Hollandî hilbijart ku di Kûpaya Cîhanê de bi tîma xwe re be.
Duyemîn hevdîtina Kûpaya Cîhanê piştî 32 salan
Hollanda û Mexrib di dîroka Kûpaya Cîhanê de cara duyemîn rastî hev hatin.
Her du tîm berê di qonaxa koman a Kûpaya Cîhanê ya sala1994an de rastî hev hatibûn û Holanda ew maç bi 2-1 qezenc kiribû.
Tîma Mexribê, ev bû 33 maç bi ser dikeve.
Serketina dirêj a tîma Afrîkî di van demên dawî de bûye yek ji çîrokên herî berbiçav ên li parzemînê.