Duh 20 kes di çarçoveya vê lêpirsîna navborî de biribûn Dadgeha Seferîhîsarê.
Dadweriya Cezayê ya Sulhê, der barê gumanbarên hatibûn binçavkirina da biryar da.
Dadweriyê Şaredarê Seferihisarê Îsmaîl Yetişkin, cîgirê şaredar û rêveberê nivîsgeha jî di nav de derbarê 12 kesan biryara girtinê da.
Dîsa 6 kes bi şertên tedbîrên kontrola dadwerî hatin berdan û du kesên din jî ji hêla dozgeriyê ve hatin berdan.
Lêpirsîn li ser îdiayên bertîlê yên têkildarî pêvajoyên avahî û îmarê li şaredariyê û her weha bêserûberiyên têkildarî veguheztinên darayî yên berî hilbijartinên herêmî yên 2024'an, berdewam dike.